Li Bexdaya paytexta Iraqê tundiya rêxistina terorê ya DÎŞIyê hat protestokirin.
Iraqî li Qada Tahrîrê li hev civiyan û ji bo hezar û 700 mirovên ku par di meha hezîranê li Baregeha Leşkerî ya Spykerê ya li Tikrîtê ji hêla DÎŞIyê ve hatibûn kuştin protesto kirin. Komê DÎŞI Û tundiya rêxistinê şermezar kir û bertek nîşanî hikûmeta navend da ku hê hesabê van leşkeran ji DÎŞIyê nehatiye pirsîn.
Eqrebayên leşkerên ku hatine kuştin wek "Dewleta Zagonê zarokên me li ku ne?", "Spykerê ji bîr neke û nede jibîrkirin" dirûşme berz kirin û gotin ku Serokwezîr Nurî el-Malikî yê wê demê li ser soza xwe nesekinî.
Şêx Abdulsalih Fayyad daxuyand ku di nav hezar û 700 leşkeran de kurekî wî jî heye û wiha axivî: "Li ser bûyerê 10 meh derbas bû. Me çend caran protesto kir. Sedema çalakiya îro jî ew e ku em dixwazin bizanibin ka zarokên me li ku ye. Mirî an zindî em dixwazin zarokên me teslîmê me bikin."
- "Di nav 5 rojan de Saddam darizandin"
Fayyad got ku wan bi Malikî re hevdîtin kir lê negîhîştin tu encamekî û wiha axivî: "Çalakiya me ne li dijî hikûmetê an pêvajoya siyasî ye. Em bi tenê dixwazin ku dengê me bigîhîje rayedaran û em rewşa zarokên xwe bizanibin."
Nasir Cewat jî wiha axivî: "Em dixwazin ku bûyera Spykerê ne wek bûyera terorê, wek qetlîama giştî bê bibîranîn û di zagonê de wisa cih bigre. Em dixwazin berpirsyar derkevin li pêş dadgehê. We di nav 5 rojan de Saddam darizand û îdam kir. Hûn li ser xwîna zarokên me dets nadin berpirsyaran."
Fatma Um Mistefaya ku 2 kurê wî di buyera Spykerê de windaye jî wiha got: "Kurekî min nû zewicî bû, yê din jî xwedî 4 zarokan bû. Ma ferqa min û dayikên din çi ye? 10 mehin ez hewl didim ku aqûbeta kurên xwe hîn bibim. Lê hemû derî li ser rûyê min tên girtin. Ez bangî rayedaran dikim 'we çima zarokên me firotin DÎŞIyê?' Wan ji bo welatê xwe û şerefa me hemûyan şer kir. Ji o ku neviyên xwe xwedî bikim min mala xwe firot. Ez bangî Serokwezîr Heyder el-Ebadî dikim ku bila min wek dayika xwe qebûl bike û dest biavêje vê mijarê."
Malbatên xwedî êş û xwemgîn piştî ku çalakî kirin bê deng bellav bûn.
- Bûyera Spykerê çi ye?
Par di 12ê hezîranê de DÎŞIyê Tikrît bi dest xistibû û li ser hesabê xwe ya Twitterê videoyeke ku tê de bi sedan kesî dikuje parve kiribû. hatibû gotin ku ev kesên ku tên kuştin leşkerên li Baregeha Leşkerî ya Spykerê ne. Parlementoya Iraqê jî gotibû ku ev kes xwendekarên leşker û xebatkarên ewlehiyê ne. Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê jî daxuyandibû ku 2 hezar û 3898 kes hatine kuştin.