Sinan Doğan
14 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2023
Bi telîmata Serokê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, ji bo Xezeyê 11 ton melzemeyên xidayê hat şandin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Brezîlyayê, 11 ton melzemeyên xidayê yên ji bo Xezeyê hat şandin bi balafira Hêzên Asîmanî yên Brezîlyayê bo bajarê El-Arîş ê Misrê hat veguhestin.
Hat diyarkirin, kolîyên xidayê yên bi telîmata Lula da Silva hatin şandin, dê bi rêya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bigihînin Xezeyê.