Li taxa Bahçelîevlerê Beşîr Saglamê (55) astengdar ku ji Dîyanetê teqawît bûye bi xanima xwe Muzeyyen Saglamê (40) astengdar û xweşka xwe Beşîre Saglamê (59) astengdar re dijîn ji rayedaran alîkariyê dixwazin.
Dayîk Saglam got ku tenê bi mehaniya tekawîtê debara xwe dikin û gorma wê ya ku aqlê wê ne tame ji bi wan re dijî.
Saglam bilêvkir ku di malekî de 3 astengdar bi tevahî 6 kes dijîn û wiha got: "Mala me tune, em di kirê de ne. Tu kes tune ku me xwedî bike, tenê mehaniya teqawîtê heye ew jî têrî me nake. Him kire heye him jî em zarokên xwe didin xwendin. Em bi Xwedê û dewletê ewle ne û em xwe dispêrin wan. Ger derbarê malê de alîkariyê bidin me em ê pir kefxweşbin."
Bav Saglam jî ragihand ku dema keçika xwe ya 5 salî dibe dibistana ku 2 kîlometre dûrî mala wan e pir diweste. Bav Saglam got ku ji diyanetê teqawît bûye û heke aboriya wan baş bibe dê keça xwe bi serwîsê bişîne dibistanê.