Selen Valente Rasquinho
12 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Bulgaristan û Romanya bi rêya bejahî jî beşdarî herêma seyahatê ya bê vîze ya Şengenê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bûn.
Di civîna wezîrên karên navxweyî yên YEyê ya li Brukselê da biryar hat dayîn ku Bulgaristan û Romanya bi rêya bejahî jî tevlî Şengenê bibin.
Her du welat di 31yê Adarê da bi rêya behrê û hewayê beşdarî nav herêma seyaheta azad a YEyê bûbûn.
Di mijara beşdarbûnê ya Şengenê da Bulgaristan û Romanya herî dawî rastî astengiya Hollanda, Macaristan û Awisturyayê hatibûn.
Ji wan welatên ku koç û bêrêtiyê hincet nîşan dabûn û dûdilî mabûn jê Vîyanayê daxuyandibû ku ew vetoya xwe paşve dikşîne.
Romanya û Bulgaristan di 2007an da bûbûn endamê YEyê.