Aydın Arik
23 Gulan 2026•Rojanekirin: 23 Gulan 2026
Li Diyarbekirê minibês welgeriya, 11 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 21 AGY 605 a ku navê ajokarê wê hê nehatiye hînbûn li texma Taxa Kasimliyê ya gundewar a rêya Diyarbekir-Sîlwanê li rêya ku ji ber taviya baranê şemitok bibû welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da 11 kesên di minibêsê da sivik birîndar bûn.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya birîndarên ku bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê baş e.