Selen Valente Rasquinho
31 Adar 2024•Rojanekirin: 02 Nîsan 2024
Bulgaristan û Romanya beşdarî herêma gerê ya bêvîze ya Şengenê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bûn.
Seroka Komisyona YEyê Ursula von der Leyenê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand ku Bulgaristan û Romanya tevlî Şengenê bûn û ji îro pê va kontrola sînorên hewayî û behrê hatin rakirin.
Von der Leyenê diyar kir ku feydeya vê geşedanê wê bigîhêje bi milyonan welatiyên Yekîtiya Ewropayê herêma Şengenê wê xurttir bibe.
Ylva Johanssoa Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya ji karûbarên navxweyî berpirsyar e jî diyar kir ku di qonaxa li dû vê da kontrolên li ser sînorên bejahî wê bên rakirin û ev mijar wê di nava salê da dema hevdîtinên di navbera welatên endam da çêdibin wê bê nîqaşkirin.
Romanya û Bulgaristan di sala 2007an da bûbûn endamên YEyê.
Avusturya demek dirêj ji ber fikarên dibe ku koçberiya dereqanûnî zêde bibe dijî tevlêbûna Şengenê ya her du welatan bûbû. Lihevkirin di dawiya sala par da çêbûbû.