10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ASENOVGRAD
Li rojhilatê başûrê Bulgaristanê li bajarê Asenovgradê bulgarên neteweperest li dijî civata romanan xwepêşana protestoyê li dar xistin.
Li bajêr 10 roj berê di navbera werzişvanên tîma bêran ku ji ciwanên bulgar pêk tên û civata romanên li herêmê da şer derketibû. Herwiha xwepêşandanên ku piştî şer tên lidarxistin, dewam dikin. Ji ber ku di bûyera 10 roj berê da hin werzişvan birîndar bibûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin û di encamê da 9 ciwanên ji civata romanan ên ku tevlî şer bibûn, hatibûn binçavkirin û hinek jî hatibûn berdan. Bi sedan kesên ku li navenda bajêr kom bûn, berdana kesên navborî protesto kirin.
Xwepêşandêran druşmên wekî "Bulgaristan a bulgaran e" berz kirin û herwiha alayên Bulgaristanê û xaç bilind kirin.
Xwepêşandêran herwisa di çalakiya xwe da îdiakirin ku mumkin nîne ku citava roman entegreyî Bulgaristanê bibe û ji romanên ku li welat rûdinên xwestin ku berê xwe bidin Hindistanê û biçin wir.
Organîzatorê xwepêşandanê yê ku navê xwe negot di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha xeberda, "Bi tenê sedemeke protestoya me heye, ew jî mala me ya hevpar Bulgaristan e. Heger sûcek were kirin û pergala dadrêsê jî ji ber hinceta nijadê sûcdaran bêdeng bimîne, wê demê em berê xwe didin kolanan û kolanan dadigirin. Em ne dijî tirk û romanan in, lêbelê divê ew bi kevneşopî, ziman û adetên me bizanibin. Ji ber ku li Bulgaristanê dijîn, divê ew jî mîna me serbilind bin."
Ji ber çalakiyê, hêzên cendirme û polês li navenda bajêr tevdîrên ewlekariyê standin. Xwepêşandêran jî li dû xwendina danezana çalakiyê, dawî li xwepêşandanê anîn.