Erkan Tiryaki
07 Tebax 2021•Rojanekirin: 08 Tebax 2021
Busenaz Surmeneliya di boksa jinan a 69 kîloyê ya Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020ê da têkoşîn dida madalyaya zêrîn qezenc kir.
Busenaz di fînala dîrokî ya li Arenaya Kokugîkanê da derket hemberî Hong Guya werzişvana ji Çînê.
Busenazê di raunda ewil da ji 5 hekeman bi tenê ji yekî puanê tam sitand. Di raunda duduyan da ji 5 hekeman jî 10 puan sitand.
Busenazê di raunda dawîn da reqîba xwe têk bir û madalyaya zêrîn qezenc kir.