Ferizat Kaya
11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Firmayeke parfumê ya navnetewî ji esansa gula reş ku li dinyayê tenê li Xelfetiyê şîn dibe, bi navê "Xelfetî" parfum çêkir û li walatên cuda derxist piyasayê.
Gula reş ku ji aliyê turîstên herêmî û biyanî eleqeyeke mezin dibîne, tenê li axa Xelfetiyê şîn tê. Marqeya parfumê Penhaligon's ji gula reş bi navê "Xelfetî" parfum çêkir.
Fîrmayê heyeteke ji zanyar profesor û dermanfrojan pêk tê şand navçeyê û ji esansa ku ji gelê herêmê peyda kir parfum çêkir û li welatên cuda derxist piyasayê.
Di sîteya înternetê ya Fîrmaya ku parfumê derxist piyasayê der barê Xelfetiyê jî agahî tê dayîn.
Di danasînê de wiha tê gotin: "Gula reş li ber çemê Firatê li Xelfetiyê şîn dibe. Gulên reş ku ji ber derdora xwe û şert û mercên cûda, li vira şên tên bêhempa ne."
Tê hêvîkirin ku Xelfetiya di nav "bajarên aram" yê Komîteya Kordînasyona Navnetewî ya Cittaslowê cih digire, bi saya parfumê bêtir bê nasîn.
Kordînatorê Cittaslow ê Xelfetiyê Nihat Ozdal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku parfuma ku derket piyasayê eleqeyeke mezin dibîne û Şirketên rêhewayên derveyê welêt di balafirên xwe de parfuma Xelfetî îkramî rêwiyên xwe dikin.
Ozdal wiha dewam kir: "Fîrmayeke Ingilîzî ji esansa gula reş parfum çêkir û bi navê Xelfetiyê derxist piyasayê. Herwiha di logoya parfumê da gula reş ya Xelfetiyê bi kar anî û der barê Xelfetiyê de agahî tê dayîn. Parfuma 100 mililitre bi 164 ewroyî tê firotin."