Mustafa Bayar
15 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2024
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê bi mekanên xwe yên dîrokî û siruşta xwe ya xweş va bala geştiyaran dikşîne.
Havînê bi hezaran kes tên dîtina Xelfetiyê, lê ji ber ku hewaya wê zêde ne sar e hin geştiyar jî zivistanê tên navçeyê.
Kesên tên Xelfetiyê li devê Çemê Feratê dimeşin.
Geştiyar bi kelekan li ser çem digerin û Mizgefta Mezin, Taxa Savaşanê û Rumkaleyê dibînin.