DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Sêrt û Batmanê ji bo 2yemîn salvegera li Parîsê kuştina 3 jinan çalakî hatin lidarxistin.
Komekê li Baxlara navçeya Diyarbekirê li Parîsê kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê protesto kir û heta Rasta Îstasyonê meşiya.
Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê piştî meşê xeber da û diyar kir ku qetlîama Parîsê şermezar dikin.
Kişanak wiha axivî: "Em diyarnekirina vê kuştinê şermezar dikin. Parîs carekî dîsa bi qetlîamake tarî va lerizî. Ji bo ku li mafên mirovahiyê xweyî derkevin, pêşiya qetlîaman bibirin, ji bo azadî û demokrasiyê divê kesên ku di pişt qetlîaman da xwe vedişêrin bên eşkerekirin. Heke ku hesabê kujeriyekî neyê pirsîn ji kujeriyên din ra rê tê vekirin."
Kom piştî daxuyaniyê belav bû.
- Li Sêrtê 2 kes hatin binçavkirin
Li Sêrtê jî komek li pêşiya avahiya DBPyê civiya û dest bi meşê kir, li ser vê yekê hêzên ewlekariyê ji ber ku meşeke bêdestûr bû nehîştin meş dewam bike.
Piştî ku Şehnaz Tanişa birêvebera bajêr a DBPyê axivî komekî rê ji tirafîkê ra girt û çalakiya bêdestûr kir.
Polêsan hişyarî dan ku çalakvan belav bin li ser vê yekê komê bi keviran êrîşî polêsan kir û polêsan jî bi ava tazyîk û gaza îsotê va mudaxeleyî çalakvanan kir.
Di bûyerê da 2 kes hatin binçavkirin.
- Batman
Komek li pêşiya Şaredariya Batmanê civiya û heta Parka Ataturkê meşiya. Piştî meşê Parlamentera Batmanê ya HDPyê Ayla Akatê li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku li Parîsê kuştina 3 jinan komplo ye û ew vê komployê şermezar dikin.
Ata der heqê êrîşa li ser Charlîe Hebdoyê ya li Parîsê jî axivî û wiha got: "Heke kuştina Sakîne Cansizê bihata eşkerekirin îro li Fransayê tu kesî şîn nedigirt."
Parlementerê Wanê yê HDPyê Ozdal Uçer jî got ku divê kujerên 3 jinan bên dîtin.
Piştî çalakiyê kom bê bûyer belav bû.