PARÎS
Hat îdiakirin ku li Parîsa paytextê Fransayê êrîşkarekî di ser markêta cihûyan de girt û herî kêm du kes kuşt.
Qanala BFMyê diyar kir ku êrîşkarê ku di mixazeyê de 5 kes dîl girtiye ji bo teslîmbûnê bi polêsan re bazara lihevkirinê dike.
Hat îdiakirin ku êrîşkar ji polêsan re got: "Hûn zanin ku ez kî me."
Polêsan jî daxuyanî da û got ku navê êrîşkar Amedî Coûlîbalye û 32 salî ye.
Wisa tê texmînkirin ku ev êrîşkarê hanê duh jî êrîşî ser polêsan kir û polêsek kuşt.
Hat ragihandin ku gelek polês, ambûlans û agirkûj şandine cihê bûyerê.
Polês di heman demê de li jineke ku têkiliya wê bi êrîşkar re heye jî digerin.
Tê gotin ku têkiliya êrîşkar û wan êrîşkarên ku girtin ser kovara Charlîe Hebdoyê bi hev re heye.