30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
BEXDA
Li Iraqê gelek çalakvanên alîgirê Muqteda es-Sadrê pêşengê şiî Herêma Kesk ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin dagir kirin û ketin avahiya parlementoyê.
Hat dîtin ku gelek çalakvanên ketin avahiyê eşyayên di hundir de perçe kirin, mase û pace şikênandin. Hat ragihandin di dema serdegirtina çalakvanan de gelek parlementerên di avahiyê de bûn hatin xilaskirin lê hin parlementer hê jî di hundirê avahiyê de ne.
Wesayîtên hin parlementeran zirar dîtin û barîyerên ji betonê ku li derdora Herêma Keskê bûn jî ji hêla çalakvanan ve hatin xirakirin.