30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Helebê êrîş birin ser cî û warên di bin kontrola mixalifan de, di êrîşê de 7 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Helebê sitandin balafirên şer ên rejima Sûriyeyê li Helebê êrîşa asîmanî bir ser Bab Neyrab û Bûstan el-Qesra di bin kontrola mixalifan de.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de 7 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn, ekîbên parastina sivîl ji bo ku birîndaran ji bin enqazan de derxînin xebatên xwe berdewam dikin. Hat gotin ku li taxa Bûstan el-Qesrê li gelek mal û kargehan di êrîşê de xisar çêbûye û gelek ciyan jî ew qasî xisar dît ku êdî nikarin bi kar bînin.
Li Helebê ev 10 roj in ku hêzên ûris û rejimê ji asîmanan êrîşî herêmên di bin kontrola mixalifan de dikin û li bajêr navendên tenduristiyê, mizgeft û bazaran hedef digirin.