19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
AMMAN/ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê ragihandina Rejima Beşşar Esed ya ku unsûrên wekî "hêzên gel" tên binavkirin wê bikevin Efrîna ku di bin dagirkeriya rêxistina terorê PYD/PKKê de ye, wiha got: "Heke rejim wê ji bo paqijkirina YPGê bikevê pirsgirêk tuneye. Lê ji bo parastina YPGê bikevê tu kes nikare eskerê Tirk bisekinîne."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di ziyareta xwe Urdunê da bi Wezîrê Karên Derva yê Urdunê Eymen es-Safedî ra yek û yek û bi heyetî hevdîtin kir û piştra bi hev ra civîna çapemeniyê li dar xistin.
Çavuşoglu li ser pirsa SANAya ajansa nûçeyan a fermî a rejimê daxuyand ku di nav çend saetan da yekîneyên wekî "hêzên gel" tên binavkirin wê bigihêjin Efrînê got ku hedefa Tirkiyeyê bi Operasyona Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji herêmê pakijkirina terorîstan e û wiha dewam kir: "Me bi Mertalê Feratê va terorîstên DEAŞê ji vê herêmê paqij kirin. Li herêma Efrînê jî ji bo ku em YPG/PKKya rêxistina terorê ku êrîşî me dike û Tirkiyeyê tehdît dike, paqij bikin, me dest bi vê operasyonê kir."
Çavuşoglu diyar kir ku ew timî li ser yekparetiya axa Sûriyeyê disekinin û wiha dewam kir:
"Niha 'Rejimê têkeve vê derê an nekevê? Ku têkevê wê çima têkevê?' ev girîng e. Heke rejim wê ji bo paqijkirina YPGê bikevê pirsgirêk tuneye. Lê ji bo parastina YPGê bikevê tu kes nikare me, Tirkiyeyê û eskerê Tirk bisekinîne. Ev ji bo Efrînê jî wisa ye, ji bo Minbiçê jî wisa ye. Ji bo rojhilata Feratê jî wisa ye."