29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê cesedên mensûbên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên ku hatin kuştin li pişt tirekî li kolanên Afrînê teşhir kirin û Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê ev yek şermezar kir.
Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê yên ku ji 11 partiyên kurdan ên li Sûriyeyê pêk tê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Duh li bajarê Afrînê li pişt tirekî YPGyê bi dehan cesed hatin teşhîrkirin û vê yekê li her derê dilê gelê kurd êşandiye."
Li kolanan teşhîrkirina cesedên mensûbên AASê di daxuyaniyê de wekî "wehşî û hovane" hat nirxandin û şermzarkirin û ev hatin gotin:
"Ev sûcê ku dûrî nirxên xweşbiniyê yê mirovahiya gelê me ye wekî teşwîqkirina dijminahiya dijî kurdan e. Li kolanên bajêran û ku wir tijî mirov in bi awayekî kerax û hov cesedan teşhîr dikin, ev bi gotina herî sivik dijî nirxên mirovahiyê ye û armanca wê ew e ku sivîlên li bajêr bitirsîne û bibe sedem ku sivîl teslîmê îqtidarê bibin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bûyera li bajarê Afrînê cudahiya di navbera kurdan û rêxistinên sûriyeyî yên din de mezin kir, zirar da bihevrejiyan û aştiya di navbera gelên herêmê de û hat gotin ku "Di encamê de sûcên bi vî awayî, kesên ku qetlîam û zilmê dikin wekî ku rejim dixwaze dibe sedemê gurbûna fitneya di navbera kurd-ereban de."