25 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
TUNUS
Hat ragihandin ku di doza gendeliyê ya tê da Zeynel Abîdîn Bîn Eliyê serokê jitextdaxistî yê Tûnisê, zavayê wî û wezîrê parastinê yê dewra wî tên darizandin da di navbera 6-8 salan da cezayê hepsê û 500 hezar dolar cezayê pereyan dan.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin ku li Dadgeha Ceza ya 1ê ya Dadgeha Esliyeya Tûnisê di doza "gendeliyê" ya Bîn Elî da 8 sal ceza dan Elî, di heman dozê da 6 sal ceza dan zavayê wî yê Sahr el-Matîrî, 8 sal ceza jî dan Riza Karirayê wezîrê parastinê yê berê.
Sufyan es-Selitiyê Berdevkê Dadgeha Esliye ya Tûnisê diyar kir ku ji xêncî cezayê hepsê 500 hezar dolar cezayê pereyan jî dan hersê bersûcan.
Selitî der heqê kesên ku navên wan neda da jî diyar kir ku de ji bo her yekî 4 sal cezayê hepsê hat dayîn.
Hat ragihandin ku ji biryarê ra rêya temyîzê vekirî ye.