Li Tûnisê di tûra duyem a hilbijartina serokomariyê de ji sedî 75ên sandoqan vebûn.
Li gor encamên nefermî Serokê Giştî yê Partiya Tûnis Nîdayê (Bangewaziya Tûnisê) El-Bacî Kaîd es-Sîbsî ji sedî 54,5ê dengan, Serokomar Mihemed Munsîf el-Merzukî jî ji sedî 45,5ê dengan hilda.
Li welêt di 23ê mijdarê de tûra ewil a hilbijartinê çêbûbû. Di hilbijartinê de Sîbsî ji sedî 39,4, Merzukî jî ji sedî 33,4 deng hildabû.