Abdullah Tel
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2019
Li Perwez Mişerefê ku di sala 1999an da piştî derbeyê wek Serokomarê Pakistanê dest bi wezîfeyê kir û heta sala 2008an wezîfeyê domand, ji ber sûcê îxanetkirina li welêt, cezayê îdamê hat birîn.
Doza îxanetkirina li welêt a der heqê Mişeref da ku ji ber îlankirina rewşa deresayî û binpêkirina makezagonê va lê hatibû vekirin li bajarê Îslamabadê bi beşdarbûna serokên Dadgehên Bilind ên Karaçî û Lahorê va hat dîtin.
Parêzer Elî Ziya Bajva di dozê da nûnertiya alî hikûmetê kir û xwest ku bila serokwezîrê wê heyamê, Wezîrê Dadê yê wê heyamê û Serokê Dadgeha Makezagonê yê wê heyamê bila wek gumanbar di heman rojê da bên guhdarkirin.
Biryara der barê Mişeref da ku berê bi dehan carî hatibû taloqkirin îro hat dayîn. Heyeta dadgehê ya ji sê kesan pêk dihat bi du rayên erê û rayeke na va ji bo îdamkirina Muşerref biryar da.
Di sala 2013an da Navaz-Lîga Misilmanan a Pakistanê (PML-N) ji ber îlankirina rewşa deresayî ya di sala 2007an da li hemberî Mişeref doza îxanetkirina li welêt vekiribû.