Elif Orhan
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2019
Bajarê Zîntana li bakurê rojavayê Libyayê bû bajarê 7emîn ku ji bo ku Trablusa paytext dijî hêzên Xelîfe Hefter biparêze seferberî îlan kir.
Zîntan jî beşdarî bajarên Mîsrata, Kabaw, Zlîten, Xums, Msallata û Zawiyeya li dijî êrîşa ku Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê Libyayê di meha nîsanê da ji bo bidestxistina paytext dabû destpêkirin, seferberiya giştî îlan kirin.
Di daxuyaniya meclisa Şaredariya Zîntanê da hat diyarkirin ku "piştgiriyê didin biryara hevkariyê ya ku ji bajar û qebîleyên cuda yên welêt di warê sivîl û eskerî da ji bo êrîşa dijî Trablusê hat dayîn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji roja ku êrîşa dijî paytextê dest pê kir va Zîntan bi bajarên din ên li rojava ra piştgiriyê dide hikûmeta meşrû.
Di daxuyaniyê de îlana seferberiyê da hat diyarkirin ku bajarê Zîntanê jî "bi hemû kapasîteya sivîl û eskerî wekî di paşerojê da dê li gel vê banga neteweyî be."
Xelîfe Hefterê eskerê teqawîd li rojhilatê Libyayê bi awayekî xeyrîmeşrû bi zora çekan hewl dide ku birêvebiriyê bi dest bixe. Hefter herî dawîn di 12ê berfanbarê da ragihandibû ku ji bo Trablusê bi navê "Şerê Diyarker" emrê êrîşeke nû daye.
Dijî emrê êrîşê yê hefter li rojavayê welêt di serî da Mîsrata 5 bajêran seferberî îlan kiribû.
General Hefter di 4ê nîsanê da ji bo ku Trablusê bi dest bixe emir dabû yekîneyên xwe û îdia kiribû ku dê di nav 48 saetan fa kontrola paytextê bi dest bixin.
Li ser vê yekîneyên Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî (HMN) ya ku xwedî meşrûiyeta navneteweyî ye jî operasyona Burqan el-Xezebê dabûn destpêkirin.