Önder Beyter
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
QUDIS
Komek cihûyên tundrew li Qudsa Rojava avêtin ser ofîsa têlevîzyona El-Cezîreyê ku navenda wê li Qeterê ye û daxwaz kirin ku ofîs bê girtin.
Li gorî nûçeya El-Cezîreyê, komeke ku ji tundrewên cihû pêk tê avêtin ser ofîsa El-Cezîreyê ya li herêma Malha ya Qudsa Rojava.
Koma ku serkêşê wan Baruch Marzelê cihû ye, îdia kir ku têlevîzyon "piştgiriyê dide rêxistinên terorê" û herwiha ji hikûmeta Îsraîlê daxwaz kir ku kanalê bigirin. Grub piştî daxuyaniyên navtêdanê belav bû.
Meqamên Îsraîlê heya niha der heqê bûyerê da tu daxuyanî nedan.
Piştî qeyrana di navbera Qeter û welatên Tengavê da Wezareta Çand û Enformasyonê ya Erebistana Siûdî daxuyandibû ku wan, ofîsa têlevîzyona El-Cezîreyê ya li welat girt. Piştra Urdinê jî daxuyandibû ku ewê ofîsa El-Cezîreyê ya li paytext Emmanê bigirin.