Türkan Tosun
05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
BEXDA
Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî û Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cuburî ji bo pêwendiyên herdu welatan pêşva herin, li hember qeyran û talukeyan bi hev re tevbigerin û lihevnekirinên di navbera herdu welatan de ji holê rabin, li hev kirin.
Piştî ku Erebistana Siûdî, Behreyn, Mîrektiyên Yekgirtî yên Ereb, Misir û Yêmenê daxuyandin ku wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji Qeterê birîne ev daxuyaniya balkêş hat dayîn.
Ji ofîsa Cuburî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku Cuburî duh li Dohaya paytextê Qeterê bi Şêx Temîm re hatiye bal hev. Di civînê de behsa xurtkirina têkiliyên herdu welatan û li hember pirsgirêkên herêmî rêyên çareseriyê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Iraq girîngiyê dide têkiliyên bi welatên ereb ên cînar re û bi taybetî di nav vê rewşa ku hema hindik maye rêxistina terorê DEAŞ ji holê rabe de hewl dide ku bi welatên bira re hevkariyê bike.
Hat gotin Mîrê Qeterê behsa girîngiya rola Iraqê ya li herêmê kiriye û bal kişandiye ser xurtkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de û gotiye welatê wî dixwaze bi Iraqê re têkiliyên baş ava bike.