Nihat Kavşut
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
ASTANA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Civîna Astanayê girîng e. Xebatên destpêkê qediyan û wê li vir fînal çêbe. Înşeallah gavên hatine avêtin li Astanayê bigihêjin encamê. Bi saya vê jî wê pêvajoya Cenevreyê jî baş bimeşe."
Serokomar Erdogan û Nursultan Nazarbayevê Serokomarê Qazaxistanê li Qesra Seromokariyê ya Akordayê piştî merasima pêşwazîkirina fermî civiyan.
Erdogan di destpêka hevdîtinê ya ji çapemeniyê ra vekirî hat kirin da bal kişand ser Civîna Astanayê û wiha got: "Civîna Astanayê girîng e. Xebatên destpêkê qediyan û wê li vir fînal çêbe. Înşeallah gavên hatine avêtin li Astanayê bigihêjin encamê. Bi saya vê jî wê pêvajoya Cenevreyê jî baş bimeşe."
Nazarbayevê Serokomarê Qazaxistanê destnîşan kir li ser daxwaza Serokomar Erdogan û Vladimîr Putinê Serokê Dewleta Rûsyayê li Astanayê hevdîtinên li ser Sûriyeyê dewam dikin û got wê di 14ê îlonê da hevdîtinek bê kirin.
Nursultan Nazarbayev diyar kir wê sibê digel Serokomar Erdogan beşdarî Civîna Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê bibe.
Di hevdîtinê da Hakan Çavuşogluyê Alîkarê Serokwezîr, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Îbrahîm Kalinê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê û Nevzat Uyanikê Balyozê Astanayê yê Tirkiyeyê amade bûn.