Nihat Kavşut
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
NÎNOVA
Saad Hamidê ji rayedarên Midûriyeta Parastina Sivîl a Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ekîbên parastina sivîl li rojavayê Mûsilê bi taybetî li herêma Bajarê Kevnare ji bin avahiyên kavil û wêran ji 2 hezar û 100î zêdetir cinaze derxistin."
Hamid diyar kir di bin kavilan da qederê 400-500 cinaze hene divê bên derxistin û got ev xebat wê di nav 2 mehan da bê temamkirin.
Li gor agahiyên ku meqamên fermî di 20ê tîrmehê da eşkere kirin di dema operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji destê DEAŞê da hezar û 429 sivîl hatin kuştin.
Rojnameya "The Independent"ê ya Îngilistanê di nûçeya xwe ya cî dide daxuyaniyên Hoşyar Zebariyê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê da destnîşan kir ku di pevçûnên qederê 9 mehan dewam kirin da 40 hezar kes hatine kuştin.