Elif Orhan
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Civîna Xerantoran a 12emîn a bi mijara Sûriyeyê dê di 25-26ê nîsanê da li Nûr Sultana paytextê Kazakistanê bê kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derva ya Kazakistanê hat dayîn civîna 12mîn a bi mijara Sûriyeyê ya ku dê digel heyetên Tirkiye, Rûsya û Îranê heyetên rejima Beşar Esed û mixalefetê beşdar bibin 25-26ê nîsanê da bê lidarxistin.
Heyetên Neteweyên Yekbûyî û Urdinê dê wek çavdêr di civînê da cî bigirin û dê li ser mijarên wekî Îdlib, bakurê rojhilatê Sûriyeyê, tevdîrên ku di navbera aliyên pev diçin da ewlehiyê zêde dikin, paşda vegera penaberan, rewşa mirovî û ji nû va avakirina piştî şer bisekinin.
Herwiha di rojeva hevdîtinên teknikî yên ku dê beriya civîna sereke bên kirin da mijarên wekî temamkirina xebatên der barê avakirina Komîteya Destûra Bingehîn da û wek çavdêr beşdarbûna dewletan a ji bo pêvajoya civînê.
Civîn dê di 25ê nîsanê da bi hevdîtinên teknikî yên bi formetên dualî û sêalî dest pê bike û rûniştina sereke ya civînê jî dê di 26ê nîsanê da bê kirin.
Tê plankirin ku di çarçoveya hevdîtinan da civîna 8emîn a komxebata der barê serbestberdana girtiyan bê kirin.
Hevdîtinên Astanayê yên bi xerantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê ji kanûna paşîn a 2017an vir ba tên kirin.