Civîna Pêvajoya Çareseriyê ya di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de hat kirin, qediya
Civîna li Avahiya Navend a Serokwezîriyê di saet 18.20an de dest pê kir. Civîna ku çapemeniyê nekarî ku bişopîne bi qasî 2 saetan berdewam kir.
Arîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan, Nûman Kurtulmuş, Alî Babacan, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Misteşarê Serokwezîriyê Kemal Madenoglu, Misteşarê Ewlehî û Nîzama Kamûyê Mûhammed Dervîşoglu, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Sermişawîrê Serokwezîriyê Alî Sarikaya û Hatem Ete beşdarî civînê bûn.