Ali Cura,Emre Gürkan Abay
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Civîna heyetên Amerîka û Rûsyayê ya ji bo asayîkirina têkiliyên dualî û bidawîkirina şerê li Ukraynayê hat kirin, bi dawî bû.
Li gorî ajansa nûçeyan TASSê, civîna heyetan a li Riyada paytextê Erebistana Siûdî ya piştî axaftina bi têlefonê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ya hefteya çûyî, 4,5 saet ajot.
Di hevdîtinan da Wezîrê Karên Derva Sergey Lavrov, Şêwirmendê Polîtîkaya Derva ya Kremlînê Yuriy Uşakov û Serokê Fona Veberhênana Rasterast a Rûsyayê Kîrîl Dmitriyev heyeta Rûsyayê û her wiha Wezîrê Karên Derva Marco Rubio, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Mike Waltz û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî heyeta Amerîkayê temsîl kirin.
Şêwirmendê Polîtîkaya Derva ya Kremlînê Yuriy Uşakov ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku civîn bi dawî bû û hevdîtinên heyetên herdu welatan a biwarê mijara Ukraynayê dê bidomin.
Uşakov bal kişand ku îhtimala hevdîtineke di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn û Serokê Amerîkayê Trump a hefteya din da kêm e û her wiha peywirdarên Rûs ên ku dê di mijara Ukraynayê da beşdarî mizakereyan bibin, dê ji hêla Putîn bên neqandin.