Hevdîtina Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û heyeta HDPê xelas bû.
Hevdîtina ku li Avahiya Navend ya Serokwezîriyê çêbû, 2 saetan dewam kir.
Di heyetê de Cîgirserokên Koma HDPê Îdris Baluken û Pervîn Buldan, parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK) Hatîp Dîcle cih girtin.
"Em îro li ser rewşa giştî sekinîn"
Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder got: "Me îro li ser sekreterya û lijneya çavdêr nîqaş nekir. Lewra di van mijaran de pirsgirêkek tuneye. Helwesteke hikûmetê tuneye ku van asteng bike. Em îro zêdetir li ser têkiliya vê û demokratîkbûnê û rewşa giştî sekinîn."
Onder piştî hevdîtinê dema ku ji avahiyê derket daxuyanî da û wiha got: "Wek berdewamiya ziyaretên Îmraliyê, em li ser Pêşnûmaya Mizakereya Demokratîk û Pêvajoya Aştiyê ya ku Abdullah Ocalan çêkir, sekinîn."
Onder got ku ew di heman demê de helwesta hikûmetê ya ji bo pêşnûmayê dinirxînin û li ser pêşniyaz û mijarên ku hikûmet li ser mitabiq e, xeber didin.
"Em ê cardin hevdîtinê bikin"
Onder ragihand ku piştî hevdîtineke din, ew ê wek heyet bi rayedarên KCKê re hevdîtinê bikin û pişt re wê dîsa bi lijneyên partiyê re mijarê binirxînin û dîsa bi Alîkararê Serokwezîr Akdogan re hevdîtinê bikin.
Onder li ser pirsa "We got ku heyet wê zêde bibe ango navê kesekî an navê çend kesan wê lê zêde bibe, sekreterya û lijneya çavdêr hat rojevê?" wiha got: "Me îro li ser sekreterya û lijneya çavdêr nîqaş nekir. Lewra di van mijaran de pirsgirêkek tuneye. Helwesteke hikûmetê tuneye ku van asteng bike. Em îro zêdetir li ser têkiliya vê û demokratîkbûnê û rewşa giştî sekinîn."
Onder pirsa "Der heqê nav de.. Wê çiqasî zêde bibe?" jî wiha bersivand: "Çiqas zêde bibe, wê ew qas zêde bibe. Divê em li ser hejmar, nav û teşeyê nesekinin. Em bi vî awayî gotinên xwe ji hikûmetê re jî dibêjin. Em di vê mijarê de pirsgirêkê nabînin."