Emre Aytekin
02 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2024
Çînê ragihand ku ew li dijî wê yekê ye ku Îsraîl serwerî, ewlekarî û yekparçeyiya axa Libnanê binpê dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karûbarên Derva ya Îsraîlê da hat destnîşankirin ku ew girjiya di navbera Îsraîl û Libnan û her wiha di navbera Îsraîl û Îranê da derket, li Rojhilata Navîn bû sedema rageşiyê. Çîn ji ber vê "di fikareke kûr da ye."
Di daxuyaniya ku piştî ku Îsraîlê êrîşa bejayî li dijî Libnanê da destpêkirin, hat belavkirin da wiha hat gotin, "(Ji aliyê Îsraîlê va) Em li dijî wan tevgeran in ku serwerî, ewlekarî û yekparçeyiya axa Libnanê bê binpêkirin, bibe sedema pevçûnan û girjiyê zêde bike."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku êrîşên ku li Xezeyê tên kirin sedema bingehîn a girjiya li Rojhilata Navîn e û divê hemû alî bi lezgînî ji bo agirbesteke mayînde û berfireh bixebitin.
Di daxuyaniyê da bang li civaka navneteweyî û bi taybetî welatên xwedî bandor hat kirin ku roleke avaker bilîzin û rê li ber girjiyên zêdetir bigirin.