20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
İSTANBUL
Serokê Tevgera Îslamî ya 1948an a Filîstînê Şêx Raîd Salah: "Îsraîl bi awayekî plankirî hewl dide ku Mescîdê Eqsayê ji aliyê wext û mekanê ve dabeş bike. Heke îxlaên Îsraîlê yên set Mescîdê Eqsayê berdewam bikin ev dê bibe sedem ku li Şerîaya Rojava û Qûdsê întifadaya sêyemîn biqewime."
Şêx Salah daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û banga Urdun ji ber ku wêrîsê Mescîdê Eqsayê ye li hember îxlalan divê ji şermezariyê wêdetir serî li "hin îcreatên wêrek" bide û wiha axivî: "Îsraîl bi awayekî plankirî hewl dide ku Mescîdê Eqsayê ji aliyê wext û mekanê ve dabeş bike. Heke îhlaên Îsraîlê yên set Mescîdê Eqsayê berdewam bikin ev dê bibe sedem ku li Şerîaya Rojava û Qûdsê întifadaya sêyemîn biqewime."
Şêx Salah got ku berteke civakî ya alema îslamê û ereban a di mijara ji bo ku beriya sepanên keyfî yên Îsraîlê yên ser Qûds û Mescidê Eqsayê de bigirin di tehdeya ser hikûmeta dagirker de veşartiye û got ku "Rola birêvebiriya Filîstînê ya hember îxlalan ne di asta ku dixwazin de ye, divê ji ser dadgehên navneteweyî bêtir tehdeyê hikûmeta dagirker bikin."
Şêx Salah got ku li hember helwesta Urdunê ya tiştên ku li Qûds û Mescîdê Eqsatê diqewime şermezar dike kêfxweş in û bangî Urdunê kir ku ji ber wêrîsiya ya ji bo Eqsayê ji şermezarkirinê wêdetir bila serî li "hin îcreatên wêrek" bide û got ku Ji bo ku dengê Qûdsê bilind bibe dê tu der nemîne ku em serî lê nedin."
Qralê Urdunê Ebdûllah bal kişandibû ku Îsraîl di van rojên dawîn de li Qûds û Mescîdê Eqsayê şîdetê zêde kiriye û daxuyaniya "Îsraîlê berê niha jî temînat dabû ku dê îxlal neyên dubarekirin lê digel vê yekê îxlalan dewam kiribû. Lê belê mixabin ku em ev wead berê niha bihîstin. Berdewam provokasyonên Îsraîlê yên li Qûdsê dê zirarê bide têkiliyên Urdun-Îsraîlê."
Şêx Salah pesnê di serî de Tirkiye, Qatar û Erebistana Siûdî welatên îslamê yên ku îxlalên der barê Qûds û Mescîdê Qesayê de şermezar dikin, kir û wiha axivî:
"Ji ber ku welatên ereb bi taybetî welatên wekî Sûriye, Iraq, Lîbya, Yêmen û Misrê nekarîn ku bi Mescîdê Eqsa û Qûdsê re eleqedar bibin, hikûmeta Îsraîlê hewl da ku ji vê yekê sûd wergire. Ez bangî ciwanên îslamê dikin ku bila bi hemû derfetên xwe li Mescîdê Eqsayê xwedî derkevin. Ji ber ku Mescîdê Eqsa mîrateya çanda îslamê ye."
-Pirsgirêka statuya Qûdsê
Piştî ku di gulana 1948an de Îsraîlê serxwbûna xwe îlan kir şerê Îsraîl-ereban qewimî û piştî vê şerê bi Peymana Agirbestê ya 1949an birêvebiriya Qûdsa Rojhilat ketibû destê Urdunê, birêvebiriya Qûdsa Rojava jî ketibû destê Îsraîlê. Pişt re hema Îsraîl ji bo ku dagirkeriya xwe ebdedî bike Qûdsê wekî "Parçeyeke ku ji Îsraîlê venaqete û paytextê ebedî yê Îsraîlê îlan kir. Dema Urdunê 1950yan de Qûdsa Rojhilat xist bin kontrola xwe di sala 1967an de birêvebiriya Tel Avîvê dê Qûdsa Rojhilat jî dagir bikira. Birêvebiriya Urdunê ji sala 1967an heta niha destnîşan dike ku li ser bajarê Qûdsa Rojhilat berpirsyariya wî ya hiqûqî û mafê wî heye.
Şêx Raîd Salahê Serokê Tevgera Îslamî ya Filîstînî ya 1948an wek "Mûhafizê Mescîdê Eqsa" tê naskirin û Îsraîlê bi îdiaya ku "Sepanên hikûmeta Îsraîlê ya der barê Mescîdê Eqsayê de qebûl nake û filîstîniyan li dijî Îsraîlê fît dike" qedexe kirinû ku Şêx Salah bikebe Qûds û Mescîdê Eqsayê.
Ji bo tetîla "Roş Aşana"ya ku cihû wek destpêka salê qebûl dikin 50 cihû bi Wezîrê Çandiniyê Urî Arîel ra roja yekşemê ketibûn mescida Eqsayê. Filistîniyan bertek nîşan dabûn vê bûyerê û xwestibûn ku têkevin hûndirê Mescida Eqsayê. Li ser vê leşkerên Îsraîlê bi bombeya deng, gaza rondikrêj û fîşengên pilastîk va midaxeleyî çalakvanan kiribûn. Di dema midaxeleyê da gelek kesên ku di nav wan da jin û zarok jî hene birîndar ketibûn.
Roja sêşemê jî leşkerên Îsraîlê bi solên xwe va ketibûn Mescida Eqsayê hetanî ber mînbera ku dora wê camkirî ye hatibûn û derketibûn ser banê mescidê.
Piştî îxlalên li dijî Mescida Eqsayê li Qudsê di navbera leşkerên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da ragêşî derdikevin.