Emre Aytekin
15 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2023
Hat ragihandin, Çînê bi roketekê va 14 peyk bi hevra şandin fezayê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Çînê Xinhuayê, 14 peykên di navê da peykên çavdêriya erdê Çîlû-2 û Çîlû-3 jî hene, bi roketa Long March 2D va ji Navenda Peykê ya Tayyuenê ya li eyaleta Şaanşiyê hatin firandin.
Hat ragihandin, piştî firandinê peyk di rêgeha plankirî da bi cih bûn.
Firîn bû peywira veguhestinê ya serkeftî ya 462yemîn a bi roketa Long Marchê.