Hilmi Sever
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Di pêşbirka ewil a tûra 32yan a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2026an da Kanadayê Afrîkaya Başûr 1-0 têk bir û navê xwe di nava tûra 16an da nivîsand.
Gola ku derketina tûrê bi Kanadayê da qezenckirin di deqîqeya 90+2yem da ji aliyê Eustaquio va hat avêtin.
Kanada wê di tûra 16an da bi serkeftiyê pêşbirka Hollanda-Fasê ra di 4ê Tîrmehê da bileyîze. Pêşbirk wê li Houstonê were lîstin û kîjan tîm qezenc bike, wê derkeve fînala çaryek. Pêşbirk wê BSTyê di 20.00î da dest pê bike.