Nihat Kavşut
16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
WASHINGTON
Dadgeha temyîzê ya federal ya Virgîniayê destnîşan kir ku qedexeya seyahetê ya dawîn ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di meha îlonê da eşkere kir dijî destûra bingehîn e.
Dadgehê ji bona qedexeya li ser 8 dewletan ku 6 dewletên ku piraniya nifûsê wan Misilman in jî di nav da ne diyar kir "niyeteke qirêjkirina Îslamê" di nav xwe da dihewîne.
Roger Gregoryê Serdadger bal kişand ser daxuyaniyên Trump ku di hedefê da Misilman hebûn.
Yekîtiya Azadiyên Sivîl ya Amerîkayê (ACLU) di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku biryar li hember 4 dengan bi 9 dengî hatiye qebûlkirin û hat gotin ku hêvî dikin ev biryar ji bona dadgehên din jî bibe mînak.