Haydar Şahin
16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
WASHINGTON (AA) - Hat ragihandin ku Tosun Bekir Bayraktarogluyê Şêxê Dergaha Cerahiyan a Amerîkayê yê 92 salî mir.
Di daxuyaniya Dergaha Cerahiyan a Amerîkayê da hat diyarkirin ku cinazeyê Bayraktarogluyê ku bi navê "Tosun Baba" dihat zanîn ew ê roja yekşemê piştî nimêja nîvro ji Dergaha Cerahiyan a li New Yorkê were rakirin.
Di daxuyaniyê da der barê mirina Bayraktarogluyê ji pêşîkêşên tasawifê yên li Amerîkayê da wiha hat gotin:
"Rêberê me, şêxê me, mirşîdê me, di tengasiyên me da piştgirê me yê madî û menewî, li dijî lîstikên nefsa me parêzkarê me, bavê me yê bi şewqet ê ku destê me qet berneda postnişînê Dergaha Cerahiyan a Amerîkayê Tosun Bekir Bayraktaroglu mir."
Tosun Bekir Bayraktaroglu di sala 1926an da li Stenbolê hat dinyayê, di sala 1945an da Koleja Robertê xilas kir û paşê qasî demekê li Amerîkayê perwerdeya mîmariyê, pişt ra li Londrayê qasî 2 salan perwerdeya dîroka hunerê dît. Paşê vegeriya Amerîkayê û perwerdeya xwe li New Jerseyê temam kir.
Bayraktaroglu ji sala 1961ê pê va qasî 30 salan li Amerîkayê profesoriya dîroka hunerê, peyker û resman kir. Li Ewropa û Amerîkayê gelek pêşengeh vekir. Qasî 10 salan li Fasê karsazî kir û konsolosiya fexrî domand.
Bayraktaroglu di sala 1974an da kete Dergaha Cerahiyan a li Karagumrikê û li vê derê nasiya xwe da Muzaffer Ozakê şêx û jê ders sitand. Tosun li ser tewsiyeya şêxê xwe di dawiya salên 1970yê da çû Amerîkayê û li wê derê derhag vekir.