Serokê Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê Evdirehman Mistefa destnîşan kir DAEŞ, PYD û PKK rêxistinên taşeron in ku di xizmeta hêzên navneteweyî da ne û wiha got: "Ji bo me hemû rêxistinên terorê eynî ne. Ev dostên tirkmen û Komara Tirkiyeyê nînin."
Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku tirkmenên li Sûriyeyê li dereke stratejîk in û ji bo ewlehiya Tirkiyeyê zehf girîng in.
Mistefa diyar kir ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da herî zêde tirkmen mexdûr bûn.
Mistefa destnîşan kir ku li herêmên tirkmenan pirsgirêkên mezin hene û wiha xeberda: "Hemû rêxistinên terorê di herêmên tirkmenan da bi cî bûne. Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî talûke ye. Li Helebê gundên tirkmenan di destê DAEŞê da ne. Li Tel Ebyad û Reqayê herêmên tirkmenan di destê PYDya rêxistina terorê da ne. Herêma tirkmenan a Bayirbucakê jî di bin talûkeya rejimê da ye."
- "Hêviya tirkmenan Tirkiye ye"
Mistefa destnîşan kir DAEŞ, PYD û PKK rêxistinên taşeron in ku di xizmeta hêzên navneteweyî da ne û wiha got: "Ji bo me hemû rêxistinên terorê eynî ne. Ev dostên tirkmen û Komara Tirkiyeyê nînin. Niha li herdu aliyên sînor cangoriyên me çêdibin."
Mistefa destnîşan kir ku Tirkiye her dem alîkariya tirkmenan dike.