Hin ji penaberên Mûsilî yên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê DAEŞê neçar man ku birevin û cih û warê xwe biterikînin li Kampa Konan a Bahîrkayê ya 10 kîlomêtro li bakûrê Hewlêrê dimînin. Penaber herçiqas hêviya xwe ji vegerê qut nekiribin jî lê wisa difikirin ku vegera wan dê demeke dirêj bistîne. Ji ber vêqasê aniha xwe adapteyê şertên jiyana nava konan dikin. Li kampê ji bo ku karên rojane bibînin mêr diçin Hêwlêrê û jin jî paqijiya hundir û dervayê konan dikin. Zarok jî lîstikan dilîzin û bi vî hawî xwe ji şertên jiyana giran û xembar dûr dixin.
Penaberên ku ev ê bibe cara 3yan ku ji cih û warên xwe dûr eyda qurbanê pêşwazî dikin, dixwazin ku eyda din a qurbanê li warê xwe derbas bikin û ji bo vî jî dixwazin ku bajarê Mûsilê û derûdora wê were xelaskirin.
Yûsif Îsmaîlê ku ji Telafera navçeya Mûsilê digel malbata xwe reviya û li Kampa Bahîrkayê bi cih bû ji peyamnerê AAyê re wiha got, "Ji bo me cejn ji rojên din cudatir tu meneyeke xwe tuneye. Ma mirov ji welatê xwe dûr û di hundirê konên serguhkirî de çawa dikare cejnê pêşwazî bike. Diya min, bavê min û xizmên min ên din ne li vir in. Emê di eydê de biçin mala kî û kî dê were bal me. Piştî şer û şûnde êdî ji bo me cejn nema."
- "Ji me ra eyd tuneye"
Rûniştvanekî din ê kampê Hesen Elî jî wiha xeberda, "Ji me ra eyd tuneye. Dema ku eyd tê, mirov tiştnan dibe mala xwe û ji bo zarokên xwe diyariyan dikire. Em nikarin ji van tu tuştî pêk bînin. Ev çar cejn in ku em ji malên xwe dûr in. Wekî çareya dawîn însanan zêrên jinên xwe firotin. Ne xaniyekî me û ne jî pere û polê me heye. Roja eydê, ji rojên din cudatir em tu tuştî nakin. Li welatê xwe em razî ne ku wekî xizanekî bijîn. Êdî em dixwazin ku ji jiyana nava van konan xelas bibin."