ENBAR (AA) - Endamê Meclisa Bajarê Enbarê Azal Ûbeyd Dahî ji peyamnerê AAyê re wiha got: "Milîtanên DAEŞê çaralî bajarê Ramadiyê yê di kontrola hikûmetê de dorpêç kirin. Hêzên me yên ewlekariyê û mensûbên eşîran yên ku bi DAEŞê re şer dikin ji ber xelasbûna cebilxaneya di destê wan de mecbûr man ku herêmên Elbu Ganim, Elbu Sude, Elbu Mahal û Es-Sufiyyeyê biterikînin."
Dahî bang kir ji bo ku kontrola bajarê Ramadiyê bi temamî nekeve destê DAEŞê divê bilez alîkariya çek û cebilxaneyê were kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî emir dabû ku ji bajarê Enbarê re gelek çek û cebilxane were şandin.