Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakereger Volkan Bozkir li CNN Turkê der barê mijarên rojevê de axivî. Bozkir diyar kir, jixwe ew dizanin ku wê ji ber 100emîn salvegera bûyerên 1915an çalakiyan bikin, pêşnûmaya Parlementoya Ewropayê (PE) jî yek ji van e. Bozkir daxuyand ku biryarên PEyê wan eleqedar nake.
Bozkir got ku mijar ji bo Tirkiyeyê hessas e û ji ber vê jî wan bertek nîşan da . Bozkir got ku wê biryarê bidin Nûnerê Daîmî yê YEyê yê Tirkiyeyê Balyoz Selîm Yener û wiha dewam kir: "Ew jî bêyî ku zerfê veke, wê paşde bide. Qîmeta wê ew qas e. Lê bi rastî jî tarîx ji bo siyasetê hatiye bikaranîn."
Bozkir daxuyandin ku hukmê vê biryarê ji bo Tirkiyeyê tuneye û qîmeta wê jî tuneye û wiha dewam kir: "Her welêt dema ku biryareke wiha da û wexta ku bi Tirkiyeyê re têkilî danî û pirsgirêk derketin, mecbûr e ku vê biryarê jî bihesibîne."
Bozkir li ser bibîrxistina ku dîasporaya êrmeniyan kesên navdar ên wek Kîm Kardashîan bi kar tîne wiha got: "Em ne dîaspora ne, em dewletek in û em wek dîasporayê serî li rê û rêbazên cuda naxin, ev ji bo me zul e. Em bi kesên ku li dijî me ne re diaxivin, karê me ev e. Dîroknas û akademîsyenên me diaxivin."
Volkan Bozkir got ku ew bawer nake ku Serokê Amerîkayê Barack Obama gotineke ku Tirkiye pê biêşe, bibêje. Bozkir got: "Amerîka heta niha dewleteke bi aqil bûye. Ez bawer nakim ku Serokê Amerîkayê bikeve defikeke wiha."
"Divê mixalefet bêdeng nemîne"
Ji ber ku mixalefet ji bo daxuyaniya Papa Francîscûs û biryara Parlementoya Ewropayê bê deng ma, Bozkir mixalefet rexne kir û got ku serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der barê mijarê de daxuyanî neda, ew ji bo vê şaş û metel ma.