Haydar Şahin
01 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Dana Whiteya Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji wezîfeyê hat hildan û di dewsa wê da Charles E. Summers. Jr. hat tayînkirin.
Ev demeke dirêj e der heqê Dana Whiteya Misteşara Berpirsyara Têkiliyên Gel a Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Pentagonê da ji ber îdiayên dibêjin miemeleyeke nebaş li xebatkatên binê destê xwe dike lêpirsîna îdarî dewam dikir. Jîm Mattîsê Wezîrê Parastinê îstifa kir û White jî ji wezîfeyê hat hildan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da wiha hat gotin: "Ji 1ê rêbandana 2019an pê va Charles E. Summers, Jr. wekî Wekîlê Misteşarê Berpirsyarê Têkiliyên Gel a Wezareta Parastinê hat wezîfedarkirin."
Summer hetanî nika wekî Alîkarê Misteşarê Berpirsyarê Têkiliyên Gel a Wezareta Parastinê wezîfe dikir.
Whiteyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Ji ber ku îmkan da min ez bi Wezîr Mattîs, eskerên me û sivîlên hemû piştgiriyê didin wan ra xebitîm ez ji rêveberiyê ra sipas dikim. Ev ji bo min rûmet bû."
Tê gotin ku Whiteya bi destê Mattîs hatibû wezîfedarkirin piştî ku Mattîs îstifa kir jî bi destê Patrîck Shanahanê bû wekîlê wezîr ji wezîfeyê hat hildan.