Türkan Tosun
31 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2019
QUDS
Artêşa Îsraîlê di sala 2018an da 865 caran êrîşî Xeta Xezzeyê kir.
Di rapora artêşê da hat gotin hêzên esmanî yên Îsraîlê 865 caran ji hewayê êrîşî Şerîda Xezzeyê kir.
Hat gotin Filistiniyan jî ji hêla Xeta Xezzeyê êrîşî aliyê sînor ên Îsraîlê kirine, ji wir hezar roket hatine avêtin. Ji van roketan jê 250 bi pergala hewayê ya parastinê va hatine îmhekirin, jê 45 heb jî ketine cihên ku gel lê dîjîn.
Ji bilî vê di raporê da hat gotin yek ji binê behrê 15 tunelên ku ji Xeta Xezzeyê ber bi aliyê axên Îsraîlê va hatine kolandin jî hatin xirabkirin.
Di raporê da hat gotin ji ber êrîşên ji hêla Şerîaya Rojava û Xeta Xezzeyê hatin kirin di sala 2018an da jê 7 esker, 9 sivîl tevahî 16 Îsraîlî hatine kuştin û 199 kes jî birîndar bûn.
Ji bo sala 2017an hat gotin 20 Îsraîlî, ji bo 2016an jî 17 Îsraîlî hatine kuştin.
Hat gotin artêşa Îsraîlê di sala 2018an da 180 êrîşên esmanî biriye li ser hedefên Îran û Hizbullahê yên li Sûriyeyê.
Filistînî ji 30yê Adara 2018an vir va li sînorê Îsraîlê yê Xeta Xezzeya bin ablûqeya Îsraîlê da bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane dikin.
Eskerên Îsraîlê jî bi guleyên rastîn guleyan berdidin li ser gelê sivîl ên "dixwazin vegerin axên xwe yên ku jê hatine sirgûnkirin û ablûqeya neheq a li ser Xezzeyê ya ku ji 2006an vir ve tê kirin".
Ji 30yê Adara 2018an vir va di êrîşên Îsraîlê da ji 225î zêdetir Filistînî şehîd ketin.