KÎEV
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu piştî hevdîtinên xwe yên li Bûlgaristanê derbasî Ukraynayê bû.
Davutoglu li Kîeva paytexta Ukraynayê di avahiya Balyozxaneya Kîevê ya Tirkiyeyê bi parlementerê Ukraynayê û serokê berê yê Meclisa Neteweyî ya Kirim Tatarê Mistefa Ebdulcemîl Kirimlioglû re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de Kirimlioglû der barê bûyerên dawîn yên ku li Ukraynayê de agahî da Davutoglu.
Davutoglu her wiha bi Cîgirê Serokê Dewleta Ukraynayê û Serokê Parlementoyê Oleksandr Tûrçînov re jî hat bal hev.
Serdana Davutogluya Ukraynayê dê du rojan dewam bike. Tê texmînkirin ku Davutoglu dê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Deşçîtsa û Serokwezîr Arseniy Yatsenyûk re jî dê bê bal hev.
Davutoglu dibe ku bi nûnerên partiyên ku li Kîevê di hikûmetê de cih nagirin re jî hevdîtinê bike.