Li Sudanê artêşê gotibû ewê di nav demeke kurt da daxuyaniyekê bide, ji ber ku hê daxuyanî nehat dayîn der barê mijarê da şîroveyên cuda tên kirin.
Eskeran piştî ku dest dan ser radyo û televizyona dewletê gotin di nav demeke kin da wê daxuyaniyek bê dayîn.
Çavdêr dibêjin artêş dixwaze bertek û tevgera gel hîn bibe, ji ber vê daxuyaniyê dereng dixe.
Şîroveyên di televizyona dewletê da tên kirin da dibêjin wisa tê plankirin Awad bîn Avfê Alîkarê Yekem ê Serokomarê Sudanê Omer el Beşîr wek Serokê Konseya Eskerî bê wezîfedarkirin. Lê ev kes ji ber ku nêzîkî Serokomarê Sudanê Beşîr e gel wê çawa bertekê nîşan bide ev mijar tê niqaşkirin.
Hin çavdêr jî wezîfedarkirina Avf wek "Darbeya Qesrê" bi nav dikin.
Li gor şîroveyeke din jî heke ew bê wezîfedarkirin gel wê bertekeke mezin nîşan bide, gel dixwaze keseskî ne nêzîkî rejimê bê wezîfedarkirin.
Li Sudanê artêşê serê sibê dest dabû li ser radyo û televizyona dewletê.
Li kuçeyan Hêzên Piştgiriya Bilez a girêdayî esker û artêşê cihê xwe digrin.
Di radyo û televizyona dewletê da ji serê sibê pê va sirûdên neteweyî û stran tên weşandin. Di jêrenivîsê da jî tê gotin artêş wê di demeke kin da daxuyaniyeke girînd bide.
Li Xartûma paytextê Sudanê ji avahiya Sererkaniyê dengê çekan tê.
Li gor gotinên welatiyên li derûdorê avahiya sererkaniyê dengê çekan qasî sê çar deqîqeyan dewam kir.
Sedema dengê çekan ka ji ber pevçûnan e yan jî ji ber kêfê ye, nayê zanîn.
Li Sudanê artêşê serê sibê dest dabû li ser radyo û televizyona dewletê.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya welêt derketin de piştî geşadenên serê sibê, firînên balafiran hatin sekinandin.
Li kuçeyan Hêzên Piştgiriya Bilez a girêdayî esker û artêşê cihê xwe digrin.
Li gor çavkaniyên herêmî, esker ji serê sibê vir va serok û endamên Partiya Kongreya Neteweyî binçav dikin.
Di radyo û televizyona dewletê da ji serê sibê pê va sirûdên neteweyî û stran tên weşandin. Di jêrenivîsê da jî tê gotin artêş wê di demeke kin da daxuyaniyeke girînd bide.
Artêşa Sûdanê malên birayên Omer Beşîr dorpêç kirin
Hat ragihandin ku artêşa Sûdanê malên birayên Omer Beşîrê Serok ên li Xartûm Behriyê dorpêç kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji şahidên bûyerê sitandin, wesayîtên bi zirx ên artêşa Sûdanê malên birayên Beşîr ên li Xartûm Behriya bajaroka Xartûmê dorpêç kirin.
Hat ragihandin ku di nav kesên malên wan hatin dorpêçkirin da Ebdillah Beşîrê mixalif wî wekî "serokê gendeliya li welêt" dinirxînin jî heye.
Artêşa Sûdanê îro ber destê sibê radyo û têlevizyona dewletê dorpêç kiribû û paşê jî seferên ji balafirgeha Xartûmê hatibûn sekinandin.
Hat ragihandin ku artêşê herî dawîn Ajansa Xeberên Neteweyî ya Sûdanê (SUNA) dorpêç kir û tê dîtin ku li kuçe û kolanan esker û Hêzên Piştgiriya Bilez a artêşê bi cî dibin.
Çavkaniyên herêmî dibêjin esker serokên Partiya Kongreya Neteweyî ya li îqtidarê binçav dikin.
Ji ber destê pê va di radyo û têlevizyona dewletê da sirûdên neteweyî û sitran tên gotin, di jêrenivîsê da jî tê gotin ku artêşê di demeke kin da daxuyaniyeke girîng bide.
Rûsya bûyerên li Sûdanê ji nêz va dişopîne
Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov diyar kir ku bûyerên li Sûdanê ji nêz va dişopînin û got "Em hêvî dikin ku di demeke kurt da rewş veguhere pergala destûra bingehîn."
Peskov der barê derbeya eskerî ya li Sûdanê da daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov destnîşan kir ku bûyerên li Sûdanê bi baldarî dişopînin û got hêvî dikin ku rewş neyê wê asta rageşiyê ku mirov bên qurbanîkirin.
Berdevkê Kremlînê Peskov got "Em hêvî dikin ku di demeke kurt da rewş veguhere pergala destûra bingehîn."
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê hat dorpêçkirin
Hat ragihandin ku li Sûdanê piştî têlevîzyon û radyoya dewletê, Ajansa Nûçeyan a Sûdanê (SUNA) jî ji aliyê eskeran va hat dorpêçkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji şahidan stand, li paytext Hartûmê avahiya navend a SUNAyê ji aliyê eskeran va hat dorpêçkirin.
Piştî dorpêçkirinê li ser hesabê medyaya civakî ya ajansa nûçeyan hat gotin ku hemû girtiyên siyasî yên li welêt hatin berdan.
SUNAyê daxuyaniya xwe spart yekeyên ewlehî û îstixbaratê û wiha got, "Li tevahiya welêt hemû girtiyên siyasî hatin berdan."
Di nûçeyê da der heqê hejmara kesên ku hatin berdan da agahî nehat dayîn.
Li Sûdanê ji 19ê berfanbara 2018an vir va bihabûna jiyanê tê protestokirin û tê xwestin ku Serokomar Omer el-Beşîr dev ji wezîfeyê berde.
Roja şemiyê protesto dîsa zêde bûbûn û artêşa Sûdanê serê sibê dora têlevîzyon û radyoya dewletê girtin.
Li Sûdanê seferên li Balafirgeha Xartûmê ya Navneteweyî dan sekinandin û hat dîtin ku di kuçeyan da mensûbên Hêzên Piştgiriyê yên Lezgîn ku girêdayî esker û artêşê ne, bi cih bûne.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku esker pêşengên Partiya Kongreya Neteweyî ya îqtidar binçav dikin.
Ji destê sibê pê va di têlevîzyon û radyoya dewletê da sirûd û stranên neteweyî didan temaşekirin û guhdarkirin, di jêrenivîsa têlevîzyonê da dihat gotin ku artêş wê di nav demeke kin da daxuyaniyeke girîng bide.