DIYARBAKIR
Komeleya Dayikên Aştiyê ya ku ji dayikên zarokên wan di pevçûnên salên 1990î da winda bûne û hatine kuştin pêk tê, bang kir ku piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê zêde be.
Komeleya Dayikên Aştiyê digel xebatên ji bo dawîlêanîna pevçûnên li herêmê, di deweyên lihevanînê da jî roleke mezin dilîzin.
Berdevka komeleyê Emîne Ozbekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê her kes di rewşa niha da piştgiriyê bide aştiyê û wiha got: "Dayika ku êş kişandibe naxwaze kesên din jî biêşin. Armanca me ew e ku kuştin çênebin. Heger aştiyeke mayînde çêbe wê bi destê dayikan çêbe. Divê hemû dayik bibin alîkar."
Kudret Eryamanê (45) destnîşan kir ku xebera mirina kurê xwe yê ku 4 sal berê wenda bûye li Kobanêyê bihîstiye û wiha got: "Em dixwazin ev êş biqede. Divê hemû dayik li pêvajoyê xwedî derkevin."
Hanim Atliyê (65) jî destnîşan kir ku nizane kurê wê dijî yan na û wiha axivî: "Dixwazim yên ku zarokên xwe wenda kirine li cem me bin. Bira werin û em bi hev ra aştiyê ava bikin. Bira kes êşa zarokên xwe nekşîne."
Pakîze Çala 57 salî destnîşan kir ku her sal ji bo zarokê xwe yê ku 11 sal berê wenda bûye di eydê da şekir kom dike û wiha dewam kir: "Xebera mirina kurê min 6 sal berê hat. Ez di eydiyê da ji bo wî şekir kom dikim."