BATMAN
Jinên gundparêz yên ku bi salan li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo ewlehiyê wezîfe kirin, piştgirî da banga çekdanînê ya ji bo PKKyê.
Li gundê Kayabaşiya Sasona Navçeya Batmanê jinên çekdar yên ku him li zarok û mala xwe dinihêrin û him jî ewlehiyê pêk tînin, dixwazin pêvajoya çareseriyê dewam bike.
Li vî gundê ku nifûsê wê 800 kes e heta niha 16 gundparêz hatine kuştin, 8 jin bi salan e parastin û ewlehiya gund pêk tînin.
- Ewlehiya gund di destê wan da ye
Naciye Şahîna (46) ku 26 sal e gundparêziyê dike destnîşan kir ku ji qîzaniya xwe da dest bi gundparêziyê kiriye û wiha got: "Em him li zarokên xwe dinihêrin û him jî wezîfeya xwe dikin. Em pêvajoya çareseriyê û banga ji bo çekdanînê baş dibînin. Em naxwazin dayik bigirîn."
Guler Demira 23 salî destnîşan kir ku bira li herêmê aştî û hizûr çêbe û wiha axivî: "Em dixwazin şer biqede û aştî û hizûr li herêmê hebe."
Latîfe Agayayê (50) jî destnîşan kir ku 18 sal e him çek di desta da ye û him jî li zar û zêçên xwe dinihêre û wiha xeberda: "Em banga çekdanînê ya ji bo PKKyê erênî dibînin. Bira xûn nerije û çek ji holê rabin."