Zana Natık Kerem
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
MÛSIL
Fermandeyê Artêşa Iraqê Naîf Zubeydî ragihand ku li aliyê rastê yê Mûsilê rêxistina terorî DEAŞê 11 xelkê sivîl gullebaran kirin û kuştin.
Zubeydî di daxuyaniya ji bo peyamnêrê AAyê de diyar kir ku Taxa 17 Temmûzê ya rojavayê Mûsilê piştî ku 10 sivîl revandin ew gullebaran kirin.
Zubeydî bal kişand ser wê yekê ku DEAŞê xwestiye wisa nîşan bide ku Artêşa Iraqê ev kar kiriye.
Herwiha agahî li ser taxên din jî da û got xelkê wan deveran hawara xwe digihînin wan û dixwazin zû ji destê DEAŞê bên xelaskirin.