Azad Mohammed Abdullah
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
HEWLÊR
Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê Cafer Êminkî li ser hilbijartina giştî ya Herêmê diyar kir ku şêwra di navbera Komîsyona Bilind a Serbixwe ji bo Hilbijartin û Rapirsiyê, Hikûmet û Parlamentoyê de didome û wê di wextekî nêzîk de dem were eşkerekirin.
Cafer Êminkiyê ku halê hazir bi awayekî emelî wezîfeya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê birêve dibe daxuyanî da peyamnêrê AAyê û der barê birêveçûna hilbijartinê de axivî.
Ji bo maweya hilbijartina Parlamentoya Herêmê Êminkî wiha agahî da:
"Divabû hilbijartin di 6ê Çiriya Paşîn de bihata kirin. Lê belê ji naçarî hat derengxistin. Lewra hem Komîsyona Bilind a Serbixwe ji bo Hilbijartin û Rapirsiyê û hem jî aliyên siyasî yên Herêmê bi temamî amadekarî nekiribûn. Loma temenê parlamentoyê ji bo 2 demsalên yasadanînê hat dirêjkirin. Hilbijartin hat texîrkirin lê ji bo diyarkirina dema wê hevdîtinên aliyên siyasî didomin."
Êminkî behsa wê yekê jî kir ku hin alî dixwazin berî diyarkirina dema hilbijartinê yasaya wê were hemwarkirin û biguhere, lê heta niha tu kar li ser vê nehatiye kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê anî ziman ku ji bo ziyan negihê tu aliyî ew dixwazin piştî wergirtina raya hemû partiyan wextê hilbijartinê eşkere bikin.
Der heqê vegerîna Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed jî got ew girêdayî biryara wî bi xwe ye ne Bizava Goranê, lewra parlamenterên wê partiyê beşdarî civînan dibin. Herwiha got beşdarbûn an beşdarnebûna wî pir muhîm nîne lewra piştî rêkeftina PDK û Goranê li ser teşkîla hikûmet 8em bûbû serokê parlamentoyê.
Der barê teşkîlkirina hikûmeta nîştimanî û katî de jî wiha nirxandin kir:
"Ev mijareke siyasî ye ku aliyên siyasî eleqedar dike. Her mijara ku bibe proje û were parlamentoyê emê helsengînin. Lê pêvajoyên li derveyî parlamentoyê ne têkildarî me ne. Em li şûna hikûmeteke nîştimanî daxwaz ji aliyên siyasî dikin ku piştgiriyê bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku di vê qonaxê de wezîfeya xwe bike. Barekî pir giran li ser pişta wan e, eger hemû partî alîkar bin dê bikaribin ji bin vî barê giran rabin."
Di vê mijarê de rexne li Goranê jî girt û got:
"Ev hewlên li ser hikûmeta nîştimanî ji aliyê wan kesan tên dayîn ku pêştir tecrubeyeke serkeftî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de derbas nekirine. Loma dixwazin şikestina xwe bixin stûyê kabîneya 8em. Hewleke bi vî şêweyî ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê û ji bo Hikûmeta Federal sûdewer dibe."
Li ser deverên binîqaş ên di çarçoveya maddeya 140î de jî wiha axivî:
"Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî bi çavdêriya navneteweyî bilez bigihên rêkeftinê der barê herêmên binîqaş de. Ji Kerkûkê heta Şengalê lazim e di bicihkirina maddeya 140î de ecele were kirin. Ev madde garantiya aştiyê ye li herêmên binîqaş. Herwiha divê rê neyê dayîn ku tu aliyê derekî mudaxeleyî mijarê bike."
Êminkî der heqê rewşa Şengalê de jî wiha got:
"Em dizanin ku tevgerên biguman yên komên derekî li Şengalê hene. PKK û Heşda Şebiyê bi hev re dest danîne ser herêmê. Em ji ber wê rewşa li Şengalê û dorûbera wê heye bifîkar in. Ev rewş ne bi dilê me ye û rizaya me li ser vê tuneye. Belgeyên li ser wê yekê digihên Parlamentoyê ku îmkan ketine destên kesên neehl. Destdirêjiya welatiyan û tawanbariyan dikin. 2 roj berê 7 kes bi gulleyên çekdarên Heşda Şebiyê hatin kuştin."