Lijneya Payebilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) daxuyaniya nivîskî da û got ku Lijneya Payebilind bi serokatiya endam Arif Firtina civiya.
Ji ber ku Îlhan Yerlîkayayê ji kontenjana AK Partiyê, Esat Çiplakê ji kontenjana MHPê û Ersîn Ongelê ji kontenjana HDPê bi têra xwe rey hilneda, serok nehat hilbijartin. Lijneya Payebilind wê ji bo hilbijartina serokatiyê cara heftemîn 2yê îlona 2015an, roja çarşemê bicive.
RTUKê civîna ewil di 22yê tîrmehê de li dar xist, lê ji ber ku Yerlîkayayê ji kontenjana AK Partiyê, Çiplakê ji kontenjana MHPê û Ongelê ji kontenjana HDPê bi têra xwe rey nestandibûn, hilbijartin taloqî heftêya piştî wê hefteyê kiribûn. Civîna duyemîn di 29ê tîrmehê de hatibû lidarxistin û Yerlîkaya, Çiplak û Ongel cardin bûbûn namzed, lê ji ber ku têra xwe rey nestandibûn, serok nehatibû hilbijartin. Di civîna sêyem a 5ê tebaxê, civîna çarem a 12ê tebaxê, civîna pêncem a 19ê tebaxê û civîna şeşem a 26ê tebaxê de jî her sê namzedan têra xwe rey nestandibûn.