Li Herêma Kurdistana Iraqê dengdayîn berdewam dike. Lê ji ber erizeya cîhazên elektronîkî li Silêmaniyê dengdayînî nîv seetê dereng dest pê kir.
Li gor agahiyên ku ji nûçegihanê AAyê re hatin ragihandin, li hin cihên dengdayînê di cihazan de erize çêbûn. Li Silêmaniyê cîhazên di dibistana Cemal Tahir de erizeya teknîkî çêbû û erize demeke dirêj nehat dirûstkirin.
Li Silêmaniyê mîlyonek û 137 hezar û 901 hilbijêr dê li ser 2 hezar û 674 sindoqan deng bidin.
Lêbelê bi tenê li du navendên dengdayînê hêlan ku rojnamevan dengdayînê bişopînin û bikêşin. Endamên Ljneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe û rojnamevanan bertek nîşanî vê yekê dan.
Di vê navberê de li Silêmaniyê jî serokên partiyan hêdî hêdî rayên xwe didin. Serokê Hereketa Goran Noşîrvan Mustafa raya xwe avêt. Tê hêvîkirin ku Hero Talabaniya hevjîna Celal Talabanî û endamên YNKê, Kosret Resûl û Mele Bahtiyar jî di nava rojê de rayên xwe bidin.