Fatih Gazioğlu
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Deriyê sînorî ji serê vê sibê va teslîmî Hikûmeta Iraqê ya Navend hat kirin. Ji vir pê va hemû hatin û çûn û kontol wê ji aliyê hikûmeta Iraqê va bên kirin. Li aliyê Xabûrê xebatkarên me wê wezîfeyê bikin, li aliyê Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl jî wê xebatkarên ku ji Bexdayê hatin wezîfeyê bikin."
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokwezîr Yildirim li ser qadroya taşeron jî axivî û wiha got: "Ew kar temam e. Îro-sibê wê bikeve dewrê. Bi destpêka sala nû ra wê mijara taşeronan biqede."
Bînalî Yildirim der barê gotinên Tezcanê Berdevkê CHPyê yên ji bona Serokomar got da wiha axivî: "Dema min guhdariya wî kir min fehm nekir berdevkê partiyê ye yan sixêfkarê partiyê ye. Li vir terbiyeya min rê nade ez bipeyivim, ez ê bersiveke wisa bidim ku wê nikaribe ji binî rabe. Lê ez tenê vê bibêjim, heger li 'dîktarorê bişedde' digerin bila li paşeroja xwe binihêrin û li çanda xwe binihêrin."