31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
BEXDA
Hat ragihandin Osman Xenîmiyê Sererkanê Iraqê çû serdana Deriyê Sînor yê Îbrahîm Xelîl/Xabûr û Pişxabûrê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Medyayê ya Şer ya Wezareta Parastina Iraqê da wiha hat gotin: "Osman Xenîmiyê Sererkanê Iraqê û lijneya teknikî ya pê ra çûn Deriyê Sînor yê Îbrahîm Xelîl û Pişxabûrê û ji bona kontrolkirina deriyên sînor ya bi destê hikûmeta navnedî û pêwîstiyên leşkerî û ewlehiyê li qadê lêkolîn kirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Xenîmî ji bona li deriyên sînor û herêmên din yên ku piştî 2003yan ketin destê Herêma Kurdistana Iraqê ji bona hêzên federal yên herêmê ewlehiyê pêk bînin û otorîte bê pêk anîn ziyaretên navborî kirine.